Li Til Hemîsê civîna derbarê nîqaşkirina rêyên pêşketina komînan de

Nûnerên û rûspiyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî Qamişlo,  pêşketin û sererastkirina kar û xebata meclis û komînan a dema pêş nîqaş kirin.

Bi armanca sererastkirin û pêşxistina xebata komînan, şêniyên navçeya Til Hemîs û gundên wê, nûner, rûspî û hevserokê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso li meclisa navçeyê kom bûn.

Beşdaran rêyên pêşketina xebata komînan di aliyê jiyanî û xulqandina rihê komînal di civakê de, her wiha pêşxistina rewşa xizmetguzeriyê û hilbijartina kesên pispor di pêvajoya pêş ji hilbijartinên komînan, nîqaş kirin.

Her wiha Hiso geşedanên dawî yên siyasî di aliyê hundirîn ji herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê bigiştî şîrove kir û wiha got: "Tecrûbeya me ji tecrûbeyên din ên herêmên din ên Sûriyê mezintir e, ew jî bi saya felsefeya Rêber Ocalan e."

ANHA


Mijarên Din