Li Til Hemîsê kadroyên tenduristiyê alîkariyên pêwîst pêşkêş dikin

Kadroyên tenduristiyê li navçeya Til Hemîs bi piştevaniya Heyva Sor a Kurd kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine, 24 saetan alîkariyê pêşkêşî wan dikin.

Navenda tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê bi koordîneya bi Komîteya Tenduristiyê ya meclisa navçeyê û bi piştevaniya rêxistina Heyva Sor a Kurd, alîkariya  şêniyên gundên navçeyê yên ku zirar ji ber lehiyê dîtine, dike. Şêniyên ku zerar dîtine, li navendên ku Komîteya Awarte ji bo wan diyar kirin, bi cih bûne.

Li ser vî esasî kadroyên tenduristiyê bi berdewamî  li nava hemû navendên ku Komîteya Lezgîn û Şaredariya Gel a li navçeya Til Hemîsê  ji kesên ku zerar ji ber lehiyê dîtine, digerin da ku alîkariya wan bikin. Her wiha ji bo kesên nexweş jî dermanan didin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li navçeya Til Hemîsê û gund û bajarokên girêdayî wê wekî Ebû Cirin, Ceza, Akaz û Til Ehmde lehî rabûn û şêniyên gund û navçeyan zirareke mezin dît.

Têkildarî mijarê bijîşk û rêveberê Komîteya Tenduristiyê yê li navçeya Til Hemîsê  Hanî Hemendî diyar kir ku wan di kêliyên destpêkê de û bi hevkariya Heyva Sor a Kurd hemû rewşên nexweşî û bûyerên ku li deverên ku şênî lê kom bûne, şopandin û alîkarî da wan. Her wiha Hemendî destnîşan kir ku li navendên bicihbûna şêniyên ku di encama lehiyan de zerar dîtine, tu rewşên mirinê tune ne û wiha dewam kir: "Me hemû nexweş pêşwazî kirin, rewşên ku pêdivî bi nexweşxaneyê hebûn, me ew li navenda tenduristiyê derman kirin. Em spasiya Heyva Sor a Kurd dikin ku alîkarî pêşkêşî me kir.”

Hemendî tekez kir ku ew ê karê xwe ji bo destekdayîna kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine, dewam bikin.

Li herêma Cizîrê beriya 10 rojan baraneke dijwar dibare û li hemû bajar, gund û gundên bi herêmê ve girêdayî ne, bi taybet herêmên bakur û rojhilatê bajarê Qamişlo lehî rabûn.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din