Li Til Hemîsê mayînek teqiya

Mayînek li navçeya Til Hemîsê teqiya, li gorî agahiyên destpêkê du kes birîndar bûne.

Îro êvarê mayînek li ser rêya petrolê ya li nêzî Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de du kes birîndar bûne. Hema yekser ew rakirine nexweşxaneyên bajarê Qamişlo û rewşa herduyan kirêtîk e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din