​​​​​​​Li Til Hemîsê miqdareke madeyên dembihûrî hate şewitandin

Komîteya Zemhîrê ya navçeya Til Hemîsê  miqdareke madeyên dembihûrî  desteser kir û şewitand.

Komîteyên zemhîrê yên herêma Cizîrê çavdêriya sûk û dikanên bazirganiyê dikin, da ku nirxên madeyan kontrol bike, pêşî li lîstina bi nirxan bigire û parastina tenduristiya şêniyan ji madeyn dembihûrî bike. Piştî belavbûna şewba Koronayê li herêmê, komîteyan gerên xwe li sûkan zêdetir kir.

Komîteya Zemhîrê ya navçeya Til Hemîsê di gera xwe ya îro ya li ser dikanên bazirganiyên yên sûkên navçeyê de, miqdareke madeyên dembihûrî desteser kir û li qiraxa geliyê El-Cîrahî yê rojhilatê Til Hemîsê şewitand.

Ji çavdêrên Komîteya Zehmîrê ya Til Hemîsê Ehmed El-Casim got: "Li gel belavbûna Koronavîrusê li herêmê jî, Komîteya Zehmîrê ya Til Hemîsê karê  xwe berdewam dike û gerên xwe li ser dikanên madeyên xwarinê zêde kiriye. Komîte madeyên dembihûrî destser dike û dişewitîne."

ANHA


Mijarên Din