Li Til Hemîsê xebatên perwerdeyê geş dibin

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, di prosesa perwerdeyê de gavên mezin hatin avêtin. Hejmara xwendekarên asta seretayî îsal gihîşt 11 hezar û 520’an.

Li navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo, di encama êrîşên komên çete yên li ser navçeyê de, xebatên perwerdeyê 3 salan rawestiyabûn. Lê piştî ku YPG û YPJ’ê navçe ji çeteyan rizgar kir, ji sala 2016‘an ve bi armanca pêşxistina perwerdeyê gavên girîng hatin avêtin. Di vê çarçoveyê de saziyên perwerdeyê û dibistan hatin avakirin.

Prosesa perwerdeyê ya sala 2017 -2018‘an gihîşt radeyeke baş. Nexasim piştî ku hemû mamoste beşdarî perwerdeyan bûn.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê Xelîl Osman diyar kir ku destpêkê hejmara xwendekaran pir kêm bû, lê piştî naskirina fikra neteweya demokratîk hejmara xwendekaran zêde bûye.

Osman destnîşan kir ku li dibistanên seretayî hejmara xwendekaran 11 hezar û 520 e. Osman got sala bê dê refa 11‘emîn jî tev li sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bibe. Osman diyar kir ku perwerdeya îsal dê 9‘ê Gulana 2019‘an bi dawî bibe û karname dê 14‘ê heman mehê de werin belavkirin.

Der barê plansaziya dema pêş de Xelîl Osman wiha got: "Dê ji bo bilindkirina asta mamosteyan dewreyeke perwerdeyê ya 20 rojan were vekirin."

Osman îşaret pê kir ku dema li navçeyê lehî rabû, hejmarek dibistan ji xizmetê derketin û wiha got: “Komîteya Sererastkirinê ya Kantona Qamişlo dibistanan sererast dike. Li gundên Milêha û Xenameyê jî 2 ode ji bo perwerdeyê hatin avakirin.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din