Li Til Koçer û Şedadê li dijî sûcên dewleta Tirk gel daket qadan

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Koçer û Şedadê sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û banga yekitiyê li dijî planên dewleta Tirk kir.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê li dijî sûcên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek li dar xist.

Şênî li navenda bajêr kom bûn. Di meşê dê pankartên şermezarkirina dagirkiriyên hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û bangên xurtkirina têkoşînê û yekitiya gelan, hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê şêniyên navçeyê Xesan Abdullah wiha axivî: "Em peyama xwe ji raya giştî û ya cîhanî re dişînin. Em ji raya giştî re dibêjin ku ma hûn rastiya dewleta Tirk nas nakin. Ma hûn komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk tîne, nabînin. Em ji we re dibêjin ku êriş û planên dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd in lê belê hemû gelên Rojhilata Navîn dike hedef."

Xesan Abdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji raya giştî re ku çav, guh û devê xwe girtine, dibêjin ku em hene, em ê berxwedana xwe li ser rêya fikrên Abdullah Ocalan dewam bikin û li hember êrişan bisekinin. Em bang li hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku di xeta berxwedanê de li hember planên dewleta Tirk bisekinin. Ma gelo Kurd li Lîbyayê hene, ma gelo li Misirê  û Yemenê yekitiya demokratîk û Kurd hene. Armanca planên dewleta Tirk ku cîhanê tune bike û şer belav bike."  

Mîtîng bi dirûşmên yekrêziya li hember planên dewleta Tirk bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan şêniyên Şedadê û nûnerên saziyên sivîl meşek li dar xist.

Xwepêşandêran sloganên “Na ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” û “Na ji destwerdana ji Iraqê û Lîbyayê re” berz kirin.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, alên QSD`ê û pankartên redkirina siyaseta artêşa Tirk rakirin. Di heman demê de xwepêşandêran sloganên "Bijî berxwedan zindanan” û “Şehîd namirin" berz kirin.

Piştî meş gihaşt qada Çibisa endamê rêveberiya PYD`ê Mistefa El-Elî axivî û bal kişand ser yekitiya gelên herêmê ya li dijî têkbirina çeteyên ku hewldana tunekirina destkeftiyên herêmê dikin.

Mistefa Elî da zanîn ku berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komên çete û hêzên terorîst didin meşandin, nexasim li artêşa Tirk, ew ê pêşeroja nifşên bê diyar bike.

Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Gelên herêmê hemû rêbazên artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmê pêk tînin, red dikin û ew ê ji bo tunekirina komên terrorist û rizgarkirina herêmê heta dawiyê piştgiriya QSD`ê bikin."

Xwepêşandan bi sloganên"Berxwedan û na ji siyaseta Tirkiyê re" bi dawî bû.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din