Li Til Koçer şehîdekî Berxwedana Rûmetê hat oxirkirin

Bi sedan şênyên navçeya Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastin Michim El-Dibo ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû li Goristana Şehîd Uqab El-Eswed a li navçeya Til Koçer, oxir kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê Çilaxa û Til Koçer cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastin Michim El-Dibo ku di Berxwedana Rûmetê de li navçeya Zirganê şehîd bû, li Goristana Şehîd Uqab El-Eswed, oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê wergirt û ber bi navçeya Til Koçer ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastin Muslih El-Ziyab axivî û got şehîd Michim di encama bersivdayîna êrîşên dagirkeriya osmanê canê xwe feda kir û ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê berxwedaniyeke bê hempa kir.

Her wiha Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer Îdan El-Xelef îşaret bi yekîtiya gelên herêmê û kombûna hêzên wê ji bo dagirker ji herêmê werin têkbirin, kir. Îdan El-Xelef soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna heviyên wan, da.

Paşê wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên şehîd namirin de, hat oxirkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din