Li Til Rifetê tevgera şêniyan

Şêniyên kantona Efrînê yên koçberî navçeya Til Rifetê bûne, got berxwedan rêya têkbirina armancên dewleta Tirk a dagirker e û destnîşan kir ku tevî dijwariya êrişan jiyana wan a asayî berdewam e û li benda vegera li Efrîna rizgarkirî ne.

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, tevî êrişên dijwar ên rojane li ser herêmên Şehba û navçeya Şêrawayê jî, berxwedana xwe didomînin.

Me tevgera şêniyan a li bazara navçeya Til Rifetê şopand û nêrînên şêniyên Efrînê yên bi zorê ji warê xwe hatine koçberkirin, girtin.

Emîna Heyder: Topbaran îradeya me lewaz nake. Jiyana me li vir asayî ye, em di nava sûkê de digerin da ku pêwîstiyên xwe bikirin.

Tevî topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Til Rifetê jî em natirsin. Em ji mirinê natirsin. Ji ber ku em ji bo vegera li Efrînê li ber xwe didin. Efrîn ne ji Tirkiyê ya dagirker re ye, Efrîn ya gelê Efrînê ye. Dîsa jî bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan îradeya me qels nabe, berovajî wê hêz û israra me ya ji bo berxwedanê zêde dibe.

Mihemed Rifet: Topbarana li ser Til Rifetê berdewam e, lê gelê Efrînê yê ji warê xwe koçber bûye, li ber xwe dide da ku planên Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê têk bibin.

Ebdulhenan Mihemed: Tevî topbarana dijwar, pêkanîna komkujiyan li dijî zarok û kesên bitemen, gel bi xaka xwe ve girêdayî ma û ji bo vegera li warê xwe li ber xwe dide.

Neîma Hesen: Çawa me 58 rojan li Efrînê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe da, em berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran didomînin, lê ji ber êrişên bê ser û ber ên li dijî herêmê em li ser zarokên xwe ditirsin.

ANHA


Mijarên Din