​​​​​​​Li Til Temirê altirnatîf ji stasyona Elok re

Gerînendetiya Avê ya navçeya Til Temirê wekî projeyeke altirnatîf ji stasyona Elok a li nêzî bajarê Serêkaniyê re, bîran li rojhilatê bajêr dikole.

Ji ber qutbûna avê li kantona Hesekê û bajarên girêdyaî wê ku piştî dagirkrina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li stasyona Elok a rojhilatê Serêkaniyê û rawestandina stasyonê gelek caran, li herêmê kerasteke mirovî rû da.

Ji bo bidawîkirina şantajên dewleta Tirk a dagirker û peydakirina çavkaniyeke nû ya ava vexwarinê ku bibe altirnatîf ji stasyona Elûk re, Gerînendetiya Avê ya Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê di rojên borî de wekî tecrube bîreke avê li gundê Eyn El-Ebid a li rojhilatê navçeyê koland.

Heke proje bi serkeve, dê gelek bîrên din bên kolandin da ku av ji şêniyên bajêr û gundewarên wê re peyda bibe û li benda xebitandina stasyona Elok nemînin.

Yek ji rêveberên Beşê Avê yê Şaredariya Gel a Til Temirê Xalid Mihemed Elo destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û qutkirina avê li ser şêniyên herêmê, wan wekî tecrube bîreke avê koland da ku bibe altirnatîf ji stasyona Elok re.

HEKE AV JI VEXWARINÊ RE GUNCEW BE, DÊ PROJE BERFIREH BIBE

Elo diyar kir ku bîra hatî kolandin dê heta 74 saetan li ser hev bê xebitandin da ku rêjeya avê bizanbin, piştre dê hinek av bibin û kontrol bikin heke ji vexwarinê re dibe ya na.

Elo wiha got: "Heke av ji bo vexwarinê gucew be û rêjeya wê bilind be, dê projeyê berfireh bikin û hejmareke bîrên din bikolin."

JI BER PAQIJBÛNA AVÊ LI WIR, GUNDÊ EYN EL-EBID HATE PEJRANDIN

Ji bo cihê ku bîr lê hatiye kolandin, Elo destnîşan kir ku gundê Eyn El-Ebid ê li rojhilatê navçeya Til Temirê li ser rêya Qamişlo hate pejrandin, ji ber ku ava li wir paqij e û ji vexwarinê re guncew e û wiha domand: "Ava vexwarinê ji berê ve li wê gundî heye. Dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê av li ser herêmê qut kir, me ava gundê Eyn El-Ebid bi kar tanî. Ji lewra, ev cih hat pejrandin."

TORA AVÊ YA 13 KM DÊ AVÊ BIGIHÎNE TIL TEMIRÊ

Xalid Mihemed Elo di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî bidawîkirina projeyê, dê toreke avê ya bi dirêjahiya 13 km û firehiya 200 mm, bê dirêjkirin da ku bi xeta sereke ya navçeya Til Temir û gundên wê ve bê girêdan û av bigihîne şêniyan."

ANHA


Mijarên Din