​​​​​​​Li Til Temirê dizek hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 27 milyon lîreyê Sûriyê ku hatibû dizîn, piştî çend saetan li xwediyê wan vegerand û diz radestî Desteya Îdia û Lêpirsînê kir.

Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundrîn a navçeya Til Temir a kantona Hesekê piştî çend saetan kesê ku pere dizîbû, girt.

Di lêpirsînê de hate diyarkirin ku diz ketiye malê û diz yek ji xizmên xwediyê malê ye û hevaltiya xwe bi endamekî malê re wek derfet dîtiye û dizî kiriye.

Diz radestî Desteya Îdia û Lêpirsînê hat kirin da ku were darizandin.

bx

ANHA


Mijarên Din