​​​​​​​Li Til Temirê ji ber kiryarên dagirkeran, aloziya sotemeniyê

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Temirê stasyoneke sotemeniyê kiriye hedef, di encamê de krîza mezin a madeya benzînê çêbûye. Şênî bang dikin ku stasyoneke din were vekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê stasyoneke sotemeniyê kirin hedef, di encamê de krîza sotemeniyê derket û daxwaza li madeya benzînê li ser stasyona tekane zêde bûye.

Krîza sotemeniyê bi rakirina qedexeya derketina derve bi awayekî beşî re, her wiha hejmara zêde ya şêniyan a ji ber koçberiyê ya ji Serêkaniyê zêde bû.

Şêniyê bi navê Îzedîn El-Elî ê ji navçeya Zirganê yê dibêje: "Di encama ambargoya li ser herêmên û tedbîrên li dijî Koronavîrusê de wan ji bo her lîtreyeke benzîn bo 300 lîreyên Sûrî dikirîn. Lê piştî rakirina qedexeyê bi awayekî beşî qarbalexeke mezin li ser stasyona sotemeniyê ya li Til Temirê çêbûye, ji ber ku stasyona din ji aliyê çeteyan ve hat hedefkirin."

Îzedîn El-Elî diyar kir ku şênî zêdeyî du saetên di dorê de disekinin da ku benzenê bistînin, wiha anî ziman ku ev neyinî bandorê li wan dike û karê wan disekine.

El-Elî bang li aliyên têkildarî kir ku stasyoneke din peyda bikin da ku pirsgirêka zehma li ser sotemeniyê derbas bibe.

Şêniyê bi navê Taha El-Subhan banga şuxulandina benzînxaneyek din kir ji bo ku aloziya li ser stasyona sotemeniyê ya Til Temirê çareser bibe.

Endamê rêber ê Rêveberiya Sotemeniyê ya navçeya Til Temirê Mihemed Selîm diyar kir ku piştî rakirina deqedeya çûn û hatinê bi awayekî beşî, li navçeyaTil Temirê aloziya sotemeniyê çêbû û got: "Berê li bajêr 4 stasyon dixebitîn, lê ji ber êrişên rejîma Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê stasyona li ser rêya Til Temir- Zirganê ji xizmetê derket. Ev stasyon nêzî xeta temas e û dibe hedefa topên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê."

Selîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrşên xwe gelek binpêkirin pêkanîne, jê av û kehrebe li ser herêmê qut kirine. Selîm got: “Ji ber şênî neçar dimînin ku cenartorên benzene bixebitînin da ku kehrebe û avê pê dabîn bikin, di encamê daxwaza li ser benzene zêde bû, bi xwe krîzeke sotemeniyê anî.”

Mihemed Selîm di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku bazirganiyê li ser madeya benzene nekin û li sûkên reş û li ser rêyan nefroşin, her wiha hêvî ku şênî bi wan re bibe alîkar da ku krîza heyî ya sotemeniyê derbas bibe û diyardeya firtonê sotemeniyê li ser rêyan bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din