Li Til Temirê  sûcên çeteyên dewleta Tirk berdewam in

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dizî û talankirina malên sivîlan li gundên gundewarê Til Temirê yên dagirkirî, berdewam dikin.

Çavkaniyan ji herêmê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hê jî mal û milkên sivîlên ku bi darê zorê ji gundên wan ên li ser rêya M4 li rojavayê navçeya Til Temirê koçber bûne, didizin û talan dikin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kirin ku malên sivîlan ên ku têne dizîn, li gundên Lîlan û El-Erbeîn ên li ser rêya M4 in.

ANHA


Mijarên Din