Li Til Temirê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Til Temirê 8 şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn.

Bi armanca bîranîna 8 şehîdên meha Çileyê ku di salên cuda de şehîd ketine, merasîma bîranînê li Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê bi beşdarbûna malbatên şehîdan û şêniyên navçeyê li dar ket.

Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temir Gulîxan Tahir di merasîmê de axivî û hemû şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe daye, bi bîr anîn û got: "Şehîd afirînerên jiyana azad in ku tevahî neteweyan tînin cem hev. Bîranîna şehîdan mîsogeriya avakirina civakeke azad û demokratîk e. Şehîd Avesta jî bi çalakiya xwe ya fedayî hêza dewleta Tirk a dagirker şikand û ji tevahî jinên cîhanê, bi taybet jinên Kurd re bû mînak. Ji bo parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê Kurd, hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşan li ber xwe didin. Ev yekitiya me dê bigihîje serkeftinê"

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Diyana Hisên nasnameyên 8 şehîdan xwendin û wesîqe radestî malbatên şehîdan kirin.

Şehîdên ku di merasîmê de hatin bibîranîn, Yûsif Hiso 17’ê Çileya 2019’an li Til Temirê, Mehmûd Himedî Deham 25’ê Çileya 2017’an li Eyn Îsayê, Îbrahîm Hisên Ebdilezîz (Agirî) 3’yê Çileya 2019’an li Dêrazorê, Macid Ebdilrêzaq Mihemed (Întîqam) 3’yê Çileya 2019’an li Dêrazorê, Mûsa Ebdilezîz Ebdilezîz (Kawa) 3’yê Çileya 2019’an li Dêrazorê, Tariq Ehmed Hisên (Şahîn) 11’ê Çilaya 2019’an li Dêrazorê, Mûhened Hamed Xidir (Birûsk) 27’ê Çileya 2017’an li Dêrazorê û Hesen Îsmaîl Hemed (Xebat) 19’ê Çileya 2019’an li Qamişlo şehîd bûn.

ANHA


Mijarên Din