Li Til Temrê bi hezaran donim şewitîn û Hêzên Ewlehiya Hundirîn gunahkarê bûyerê digire

Îro piştî nîvr şewat li zeviyên gundewarê Til Temirê çêbû û derdora 40 km ji zeviyên genim û ceh şewitîn. Hêzên Ewlehiya Hundirîn kesên ku agir vêxistine girtin.

Nûçegihanên me ragihandin ku îro derdora saet 13:00`an agir bi zeviyên gundê Nayif li ser rêya bajarê Til Temrê yê girêdayî kantona Hesekê ket. Şewta dirêj bû û gihaşt zeviyên gundê Kibaka yanî nêzî 40 km. Agir bi hezaran donim zeviyên genim û ceh şewitand.

Li ser wê tîmên agirkujiyê, Hêzên Necde û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hevkariya şêniyan bi lez hewl dan agir vemrînin û piştî kedên 5 saetan agir vemirandin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyek leşkerî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji nûçegihanên me re tekez kir ku hêzê yek ji kesên agir vêxistine bi navê Ebûd ku erebeyek ji cureya Van dajo girtiye. Hêzê dema Ebûd hewl dida ji cihê bûyerê bireve piştî ku agir vêxist wî digirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din