Li Tirbespiyê agir bi zeviyan ket

Li navçeya Tirbespiyê agir bi nêzî 10 hektar zeviyên çandiniyê ket. Tîmên agirkujiyê yên şaredariyê bi hevkariya şêniyan agir vemirand.

Îro di saetên piştî nîvro de agir bi zeviyên çandiniyê li gundên Şelûmiyê û Zorava yên 5 km dikevin bakurê navçeya Tirbesiyê, ket. Sedema agir nehat naskirin. Erebeyên agirkujiyê berê xwe da cihê bûyerê û bi hevkariya şêniyan beriya ku agir berfireh bibe, vemirand.

Di encama wê de nêzî 10 hektar ji zeviyên çandiniyê yên şêniyên gundê Şelûmiyê, şewitî.

Girêdayî mijarê agahî hatin ku li agir bi hinek herêmên navçeya Til Hemîs jî ket. Tîmên agirkujiyê yê şaredariyê berê xwe da cihê bûyerê da ku agir vemirînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din