Li Tirbespiyê agir bi zeviyan ket

Îro saet derdora 13:30`an agirekî xurt bi zeviyên bakur, başûr û rojhilatê navçeya Tirbespiyê ket. Şêniyan tevî tîmên agirkujiyê berê xwe da cihên şewatê, lê ji ber bayê gur agir her ku diçe mezintir dibe.

Îro agir bi zeviyên gundên başûrê navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ket û piştre şewat derbasî bakur û rojhilatê navçeyê bû. Şêniyan û tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê bûyerê û hewldanên ji bo vemirandina agir dewam dikin.

Heta niha bi sedan hektar erd şewitiye û gelek zirarên madî gihîştin herêmê.

Berdewamî tê…

(kc)

ANHA


Mijarên Din