Li Tirbespiyê amadekariyên mewsimê çinînê

Cotkarên navçeya Tirbespiyê amadekariyên çinîna zevî dikin. Aliyên têkildarî ji bo rewşên awarte tedbîr girtin.

Li piraniya herêmên Cizîrê amadekariyên pêşwazîkirina mewsimê çandiniyê tê kirin.  Hemû sazî û komîteyên eleqedar tedbîr girtine, jê peydakirina sotemeniyê, vekirina embaran, avakirina tîmên destwerdana lezgîn ên rewşên awarte.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê di çarçoveya amadekariyan de Komîteya Sotemaniyê ya navçeyê 180 hezar liter mazot ji bo xwediyên derasan veqetandiye. Her wiha komîteyên du stasyon ji bo wergirtina genim hazir kiriye, yek li başûrê navçeyê ku dikare 10 hezar ton genim hilgire û ya din li bajarokê Til Marûf ku 2 hezar û 500  dihewîne.

Rêveberê Embarên navçeya Tirbespiyê Yûnis Ereb li ser mijarê diyar kir ku wan embar hazir kirine da ku genim werbigirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê îro di civîna xwe ya asayî de diyar kiri ku 200 milyon dolar tenê ji bo kirîna mewsima genim hatiye amadekirin û bihayên genim û ceh diyar kir.  Li gorî wê bihayê kiloya genim wek 150 lîre û yê ceh jî 100 lîreyên Sûriyê ye û li gorî başbûnê ku ji hêla komîteyên pispor ên navendên wergirtinê ve tê diyarkirin, bihayê mewsimê disekine.

Li aliyekî din jî meclis û saziyên navçeyê komîteyek ji bo çavdêriya xebatên çinînê komîteyek ava kiriye. Li ser vê yekê 5 erebeyên agirkujî dabîn kirine.

Her wiha rêveberiyê ji bo xwegihandina tîmên agirkujiyê û komîteya awarte hejmarên telefon diyar kirine.

0930483246 – 0991173784 – 0999420691

ANHA


Mijarên Din