Li Tirbespiyê çandiniya sebzeyan îsal gelekî bi pêş ketiye û pêdivî bi piştevaniyê heye

Îsal li Tirbespiyê warê çandiniyê bi awayekî berbiçav bi pêş ket, nemaze sebze. Cotkar bang dikin bi awayekî bêtir piştigirî ji wan re bê pêşkêşkirin da ku rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin.

Çandinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jêdereke sereke ya aboriya herêmê ye, li gel dorpêç, aloziya Sûriyê û daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî diravên din. Ji ber wê pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê bûye pêwîstiyek.

Gelek projeyên mezin û biçûk li navçeya Tirbesiyê di salên dawîn de hatin meşandin, ji ber wê warê çandiniyê, bi taybet çandina sebzeyan bi awayekî balkêş bi pêş ket. Îsal rûberên zeviyên ku bi sebzeyan hatine çandin fireh bûn. Li gorî herêmên din ên herêma Cizîrê navçe gihaştiye asta rêgeza xwetêrkirinê.

HILBERÎNA HERÊMÎ

Ruxmî vê pêşketinê û keda ku tê dayîn, lê encamên wê li ser bihayan ne li gorî ku dihat xwestin bû. Bihayên sebzeyan hîna bilind in. Cotkar dibêjin ew tovan û semadê bi dolar dikirin. Li rex wê jî bazirgan keysbaziyê dikin û bihayên berhemên herêmî buha dikin bêyî ku kesek wan muhasebe bike. Her wiha li navçeyên mîna navçeya Tirbespiyê tevî hilberîna zêde ya sebzeyan, sûkeke navendî ya taybet tê de tune ye. Berhem jî di sûka Qamişlo de tên firotin. Piştre xwediyên dikanên navçeya Tirbespiyê sebzeyan ji wan dikirin û li navçeyê difiroşin.

Cotkar berhemên xwe dibin sûka navendî ya Qamişlo, bazirganên sûkê ji wan dikirin û piştre li dikanan belav dikin. Li vir bi bihayan tê lîstin. Cotkar dibînin ku berhemên wan di sûkê de bi zêdetirî du qatan tên firotin.

GERÎNENDETIYA BAZIRGANIYÊ SOZA ÇARESERIYÊ DIDE

Endama rêveber a Beşa Lêkolîn û Diyarkirina Bihayan a Gerînendetiya Bazirganiyê ya Kantona Qamişlo Canda Esad diyar kir ku îsal plan dikin lêçûna çandina sebzeyan bihesibînin. Li ser wê dê bihayên sebzeyan bêne danîn. Her wiha dê lêçûna veguhastinê jî bê kirin da ku rê li pêşiya keysbaziyê û bilindkirina bihayan bê girtin.

Girêdayî pêşketina çandina sebzeyan û astengiyên ku li hember pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê dibin asteng, cotkarê bi navê Ceger Yusif got: "Li gundê Til Şiîr li bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê, îsal zêdetirî 500 donim bi sebzeyan hatin çandin. Bi taybet sebzeyên ku bi rêya tunelan têne çandin."

Destpêkê tovên sebzeyan di şitilgehên taybet têne çandin. Piştî ku dibin şitil, cotkar tunelek bi firehiya 2 metre û dirêjahiya 20 cm heya 25 metre dikolin û ser wê bi naylonan digirin. Piştre şitilên sebzeyan dixin hundirê wê. Cotkar wan sebzeyan bi rêbaza ‘rezaz’ê av didin. Li gorî pisporên çandiniyê, lêçûna her donimeke zevî bi rêbaza tunelan digihêje 100 hezar lîreyên Sûriyê. Lê çandina sebzeyên havînê kêmtirî nîvê lêçûna çandina bi rêbaza tunelan e.

Yusif diyar kir ku cotkarê bi navê Dara Yusif cara yekemîn di 2005`an de sebzeyan bi rêya rêbaza tunelan çandin. Destpêkê donimek çand. Piştî ku rêbaz bi ser ket, cotkaran bi awayekî bingehîn dest bi çandina bi vê rêbazê kir. Hilberîna vê rêbazê di dawiya Nîsanê de dadikevin sûkan ji ber wê rolek di erzankirina sebzeyan de dilîze.

FIREHBÛNA RÛBERA ÇANDINA SEBZEYAN

Tevî çandina sebzeyên havînê mîna bacanên sor, xiyar, bacanreş, bamî û miluxiye bi rêbazên normal û bi lêçûnên kêmtir, sebzeyên zivistanê mîna pîvaz, bacanreş, pîvazê şîn, kelemî, zehra, bexdenûs û xes têne çandin.

Li gorî endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê Kemîran Yusif, îsal li navçeya Tirbespiyê 6 hezar donim zevî hatin çandin. Tê payîn ku rûbera çandina sebzeyên bihar û havînê bi awayekî mezin zêde bibe.

Cotkaran bang li Desteya Aborî û Çandiniyê kir ku destekê ji cotkaran re pêşkêş bikin, ji bo bigihêjin rêgeza xwetêrkirinê û bihayên sebzeyan kêm bikin. Ceger Yusif wiha domand: “Ji ber buhabûna semad û mazotê em zehmetiyan dikişînin. Her wiha amûrên çandiniyê yên guncaw li cem me tune ne. Lewma em bang li aliyên têkildar dikin ku van astengiyan çareser bikin.”

Hevserokê Saziya Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê Kamîran Yusif teqez kir ku zêdebûna nirxê dolar û dorpêçê pêşketina çandiniyê asteng dikin û got: "Em hewl didin li gorî derfetan alîkariya cotkaran bikin. Her wiha em hewl didin mazotê di dema wê ya guncaw de pêşkêş bikin. Em hewl didin komîteyan ava bikin ji bo ku vê pêşketinê bişopînin û li ser wan astengiyan bisekinin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din