​​​​​​​Li Tirbespiyê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê bi wesîleya Cejna Şehîdan, serdana goristana Şehîd Dilşêr kirin, mûm pêxistin û daxuyanî dan.

Bi wesîleya Cejna Şehîdan, malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo serdana goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur kirin û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin. Her wiha daxuyaniyek pareve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di demekê de ku cîhan bi têkoşîna li dijî Koronavîrusê mijul bûye deweleta Tirk a faşîst sûcên xwe derheqî mirov û xwezayê de pêk bîne, mafên rewşa ê gelên herêmê înkar dike û siyasetên xwe yên şer û qetilkirinê didomîne.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl û kesên demokrasîxwaz û azadxwaz û dostên gelê bindest kirin ku destwerdanê bike û kiryarên dermirovî rawestînin.

Malbatên şehîdan wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Em bi hezaran malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe, bi beşên din ên civakê re bi hemû rêbazan û bi hemû hêza xwe li hemberî alava şerê taybet a qirêj a dewleta Tirk bisekinin, ji demên berê bêtir em ji bo bidestxistina mafên bi israr in. Em bi mezin û biçûk xwe di qadên têkoşînê de bin, dê ala me bilind bimîne, em ê li eniyên şer bin ta bighêjin civakeke bê terorîst."

Piştre xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên  "Şehîd namirin" hatin qîrkirin.

ANHA


Mijarên Din