Li Tirbespiyê kesên nenas gule li welatiyekî reşadin

Îro li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo kesên nenas gule li welatiyê bi navê Macid Beşîr El-Iwêd reşandin û El- Iwêd birîndar bû. Hêzên Asayîşê dest bi lêkolînê kirin.

Îro li taxa El-Sewra ya navçeya Tirbespiyê welatiyê bi navê Macid Beşîr El-Iwêd ji aliyê kesên ne nas be hat gulebaran kirin. El- Iwêd ji navçeya Til Koçer e. Hêzên Asayîşê berê xwe dan cihê bûyerê  û dest bi lêkolînê kirin.

Heyva Sor a Kurd El- Iwêd rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat a Qamişlo. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa El- Iwêd giran e.

ANHA


Mijarên Din