Li Tirbespiyê têkildarî xebatên komînan civînek hate lidarxistin

Meclisa bajarokê Maşûq civînek ji şêniyên gelek gundên Tirbespiyê re li dar xist. Di civînê de pirsgirêk, sedemên li ber karê komînan di dema berê de bûne asteng û rêbazên derbaskirina astengiyan di dema bê de hatin nîqaşkirin.

Civîn ji hêla endamê rêveber ê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif, hevserokên Meclisa bajarokê Maşûq Ebdulhelîm Hisên û Mîdya Osman, endamê rêveber ê PYD`ê Fesîh Hisên ve hate birêve birin. Bi dehan şêniyên gundên Kerdîm Helîma, Kerdîm El-Xemir, Mizkeft, Xezîmok, Girê Berî, Ala Reşa, Til Xatûn û Oltca tev li civînê bûn.

Endamê rêveber ê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yusif komîn wek tovika bingehîn a avakirina civakeke demokratîk azad bi nav kir û destnîşan kir ku di karê komînan hindek kêmasî û pirsgirêkan hebûn, lew ra ev civîn hate lidarxistin da ku pirsgirêk werin nîqaşkirin û rêbazên çareseriyê werin peydakirin.

Her wiha şêniyan, behsa mijarên ku ji ber wê komîn ji jiyana civakî dûr ketiye kirin. Şêniyan diyar kirin ku xebatên komîteyên komînan tenê di warê xizmetguzarî de maye û ji nûnertiya siyasî û civakî bi dûr ketiye.

Di dawiya civînê de komîteya amadekar pêşniyarên şêniyan nivîsandin da ku di dema bê de di ber çavan re derbas bikin.

Ev civîn di demekê de ku amadekariyên ji nû ve sazkirina meclis û komînan tê kirin, hat lidarxistin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din