Li Tirkiyê 26 kesên din ji ber vîrusê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 26 kesên din jî ji ber Koronavîrusê mirin û 983 kesên din jî bi şewbê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrusa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir

Li gorî daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 983 kesên din jî bi şewbê ketine û 26 kesên din jî mirin.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 163 hezar û 103 û hejmara miriyan jî bû 4 hezar û 515.


Mijarên Din