​​​​​​​Li Tirkiyê bîlançoya Koronayê giran dibe: 3689 kes mirine

Li gorî daneyan li Tirkiyê heta niha 3 hezar û 689 kes bi Koronayê mirine û 135 hezar û 569 kes din jî bi şewbê ketine.

Li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, di 24 saetên dawî de 48 kesên din ji ber Koronavîrusê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane û hezar û 848 kesên din jî bi şewbê ketine.

Tevî van daneyan hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689 û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine jî bû 135 hezar û 569.


Mijarên Din