Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber vîrusê mirine bû 4 hezar û 563

Hate ragihandin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 23 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin. Hejmara kesên heya niha mirine bû 4 hezar û 563.

Li gorî daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca parve kiriye di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 827 kesên din bi şewbê ketine û 23 kesên din jî mirin.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 164 hezar û 769 û hejmara miriyan bû 4 hezar û 563.


Mijarên Din