Li Tirkiyê ji 2016`an ve zêdetirî 321 parêzer hatin girtin

Rêxistina ‘Komeleya Însiyatîfa Parêzerên Girtî‘ ku navenda wê li Belçîka ye di rapora xwe ya sala 2019`an diyar kir ku dadgeha Tirkiyê ji sala 2016`an ve, zêdetirî 1000 parêzeran bi tewana terorê, 321 parêzer di girtîgehê de şermezar kirin.

Li gorî daneyên Rêxistina ‘Komeleya Însiyatîfa Parêzerên Girtî‘ ya îsal AKP`ê piştî hewldana derbeya Îlona 2016`an dest bi pêngava li dijî zagonan kir.

Di raporê de tê diyarkirin ku heta niha zêdetirî 1500 parêzeran hatine darizandin, 599 parêzer jî hatine girtin, di heman demê de 321 parêzer cezayê 2022 salan girtî bi tewanê bê bingeh li wan hate birîn.

Bi deh hezaran karmedên sivîl, akademîsyan, leşker, karmedên cezayî bi îdîayên girêdana wan bi Gulan re hene, hatine darizandin.

AKP‘ê îdîa dike ku proseya helandin û girtinê ji bo parastina welêt ji gefên ewlekariyê ye, her wiha dibêje hevlbendên wê di tevgera Gulan de li dijî dozan sekirin û malper bi armanca desteserkirina dewletên hundirîn bi kar anîn.

Însiyatîfa Parêzerên Girtî diyar kir ku hikumetê qanûnên têkoşîna terorê ji bo çewisandina kesên jê paçe bûne, nexasim parêzer, rojnemevan û siyasetmedar bi kar anîne.

Endamê Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropa Dunya Mijatovic got:"Divê maf û erkên yên li dijî terorê, bandorê li mafên mirovan neke, divê ji bo vegera baweriya bi dadgehan ji aliyê dewletê ve hemû gavên pêwîst werin avêtin."

Donia wiha li axaftina xwe zêde kir:"Di dema dawîn de pisgirêk gihaştin asteke mezin û dadgehên Tirkiyê xebat, daneyên zagonî û aştî yên li gorî hevpeymana mafên mirovan a Ewropayê hatine parastin, wekî kiryarên sûcdarî dibînin."

Însyatîfa Parêzerên Girtî destnîşan kir ku gargantiyên qanûnî ku parêzerên ji girtina berî dadgehkirinê diparêzin hatin paşguhkirin.

Li gorî raporê, hikûmeta Tirkiyê bi rêya destûrdayîna kontorlkirin û sekinandina serok û endamên mecilsa rêveber a Sendîqeya Parastaina qanûna serxwebûna sendîqeyê binpê dike. Li gorî destûra Tirkiyê Sendîqeya Parêzeran wekî desteyên pîşeyî serbixwe li Tirkiyê tê hesibandin û xwedî taybetiyên saziyên giştî ye.

(eh)


Mijarên Din