Li Tirkiyê keç û dayika xwe kuştî hatin dîtin

Îro polîsên Tirkiyê li Bursa, jinek ku bi eslê xwe ji Sûriyê ye û diya wê kuştî dîtin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê diyar kirine ku îro polîsên Tirkiyê jinek ku bi eslê xwe ji Sûriyê ye û diya wê, li taxa"Zumird Eflar" a li Şaredariya Yildirim kuştî dîtin.

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku piştî giliyên şêniyan der barê bihîstina qîrinek li mal Heyat Meşail a Sûrî, polîsan yekser girtin ser malê û cenazeyê Heyat Meşail a ku bi dest û lingê ve girêdayî bû, dîtin.

Paşê dema polîsan dest bi lêgerîna di nava malê de kirin, li odeya xewê, dayîka Heyat Meşail ew jî kuştî dîtin.

Li gorî ku dezgehên çapemeniyê destnîşan kirin ku berî polîs bigihêjin devera bûyerê, şahidan dîtin ku hevjînê Heyat Meşail xwe ji pencereya malê diavêje û direve.

Dezgehên çapemeniyê anîn ziman ku hevserê Heyat Meşail li xwe mikur hatiye ku wî keç û hevjîna xwe kuştine û zêrê di malê de jî diziye.

Li gorî rapora tenduristî, her du jin bi werîs hatine xeniqandin.

(eh)


Mijarên Din