Li Tirkiyê nerazîbûna jinan li dijî hewldana vekişîna ji Lihevkirina Stenbolê didome

Nerazîbûna jinan li tevahî bajarên Tirkiyê girêdayî nîqaşa vekişîna dewleta Tirk ji Lihevkirina Stenbolê li gel girtin û destgîrkirina jinan ji hêla polîsên dewleta Tirk ve, didome.

Duh jinan li pêşiya rojnameya Yeni Akit a alîgira hikumeta Erdogan li Stenbolê li dijî hewldana vekişîna dewleta Tirk ji Lihevkirina Stenbolê xwepêşendan li dar xist û pankarta bi nivîsa "Dijminên jinan" hilda.

Lê polîsên dewleta Tirk mudaxeleyî xwepêşendana jinan kir û 4 jin girtin.

Di 12`yê Tebaxê de jî gelek jinan li Enqereyê kom bûn û çalakiyek li dijî vekişîna ji Lihevkirina Stenbolê li dar xist. Lê polîsên dewleta Tirk rê girt û 24 jin girtin.

Li aliyekî din toreya parastina jinan li Îzmîrê li dijî bangawaziyên AKP`ê ji bo vekişîna ji Lihevkirina Stenbolê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Ji roja vekişîna ji Lihevkirina Stenbolê ve, jin li qadan û li ser malperên tevna civakî li ber xwe didin û li dijî helwesta dewletan çalakiyan li dar dixin. Ruxmî ku ji hêla polîsan ve rastî tundiyê tên û têne girtin, wê dev ji Lihevkirina Stenbolê bernedin. Ew demara jiyanê ya jinan e.”

(şx)


Mijarên Din