Li Tûnisê .. Ebîr Mûsa banga vekişandina baweriyê ji Raşid El-Xenoşî kir

Seroka Partiya Destûrî ya Hur a Tûnisê Ebîr Mûsa serdanên Raşid El-Xenoşî yên bênavber ji dewleta Tirkiyê re şermezar kirin û piştrast kir ku qanûna parlamentoyê bin kir. Her wiha divê lêpirsîn bi wî re were vekirin û bawarî ji wî ji ber ku serokê parlamentoyê ye, were kişandin.

Li gorî Sky Newsê, Ebîr Mûsa di dîmenekê  li ser rûpela xwe ya Facebookê de parve kiribû ku berdewamkirina El-Xenoşî di serokatiya parlamentoyê de li ser ewlekariya nîştimanî metirsiyek e û vekişîna pêbaweriyê ji El-Xenoşî erkeke neteweyî ye".

Seroka Partiya Destûrî ya Hur ji 13yê vê Gulanê ve derbasî çalakiyeke vekirî bû û wiha gotibû: " Dibe ku heta 5 salan bidome." Ev jî ji bo şermezarkirina astengiyên ku serokê parlamento û serokê Tevgera El-Nehda Raşid El-Xenoşî dike, pêk hat.

Ebîr Mûsa anî ziman  dibe ku çalakî hefteyek, mehek, salek, an jî heya 5 salan  berdewam bike û ew ê di çarçoveya qanûnî de têkiliya xwe bi raya giştî ya neteweyî û re bidomîne, her wiha piştrast kir ku dê têkilêiyên xwe bi xebatên buroya parlamentoya ku bi karên şanoyê bi nav kir, qut bike.

Biryara çalakiyê ji bo şermezarkirina rêbazên El-Xenoşî di xebatên parlamentoyê de, xwepêşandanên li dijî destwerdana palamenterên Tevgera El-Nehda ya nepêkanîna erkên xwe yên parlamenteyî de, her wiha astengiyên li pêş bloka wê bi sedema helwestên wê ji rêxistina Îxwan re, pêk hat.

Ebîr Mûsa wiha berdewam kir: "Çalakî bi tu sedeman nayê sekinandin, lê belê heke daxwazên partiyê yên lêpirsîna Raşid El-Xenoşî di dengdayîna daneşîna giştî de pêk hatin, kiryarên cîgirê ji Itîlafa El-Kerama Seyfedîn Mexlûf  hat şermezarkirin, soza nêzî blokê nebin hat dayîn û rêzdayîna dewleta medenî hat girtin,  dê çalakî bi dawî bibe.


Mijarên Din