Li Tunisê propagandaya hilbijartina serokatiyê dest pê kir

Îro li Tunisê propagandaya hilbijartina serokatiyê ku dê nîvê vê mehê pêk bê, dest pê kir. Tê pêşbînîkirin ku dê hilbijartin di pêşbirkeke mezin re bi beşdarbûna Tevgera El-Nehde re rû bide.

Îro 26 bernamzet ku pêşbirkên xwe yên pêşandanê yên bernameyên hilbijartinê û nasandina ji tunisiyan re li gelek deverên welat heta 13’ê vê mehê, dê dest pê bikin. Da ku dengan ji zêdetirî 7 milyon û 155 hilbijêran ku xwe qeyd kirin, wergirin. Li rexê banga dûrketina ji çalakiyên tundiyê di hemû merheleyên hilbijartinê de kir.

Desteya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan gelek bendên qedexekirî di dirêjahiya dema ragihandinê de diyar kirin û bang li tevahî bernamzetan kir ku li gorî hîm û bendên hilbijartinê û bergiriyên wê tev bigerin.

Desteyê bal kişand ser ku divê ragihandina hilbijartinê dûrî perestgeh û tevnên çapemeniyê yên neteweyî bin. Her wiha bang li dûrketinên tundî û nîjadiya li ser esasê olî yan etnîk an jî zayendî kir. Ji wê zêdetir jî divê bernamzet di civînên xwe de di her xîtabekê de der barê tunekirina sîstema giştî û reftarên giştî yan jî tehrîdkirina li ser karên sûc û cinayetê de, qedexe bike. Her wiha divê rêzdarî li hember bedenên bernamzet, hilbijêr, rûmet û namûsê bê girtin.

Desteyê tekez kir ku divê rohnîkirin û bawerî di hemelya de bi rêya piştgirî û rêbazên bodcekirina pereyan hebe. Li rexê jî divê garantiya metoda wekhevî û şansên xebatê di nava tevahî hilbijateyan de hebe.

Tê pêşbînîkirin ku pêşbirk û hevrikiya hilbijartinê tenê di navbera 4 bernamzetên navdar de be. Ew jî; Abdulfetah Moro bernamzetê "Tevgera El-Nehda", serokê hikumetê û partiya "Tehya Tunis" Yûsiv, wezîrê parastinê yê îstîfa kiriye Abdulkerîm El-Zibêdî û serokwerzîrê berê û partiya "El-Bedîl El-Tunisî" Mihdî Cuma ne.

(fr)

 


Mijarên Din