Li Udenê agirbest hate ragihandin

Hêzên Meclisa Demkî ya Başûr a Yemenê û hêzên hikumeta Ebdilrebah Mensûr Hadî agirbest erê kir. Ev yek piştî ku Hêzên Demkî qesra serokatiyê li Uden kontrol kir, pêk hat.

Meclisa Demkî ya Başûr a Yemenê û hêzên hikumeta Hadî vexwendina Erebistana Siûdî ya agirbestê erê kir.

Hêzên Meclisa Demkî ya Başûr a Yemenê duh ragihand ku qesra serokatiyê ya li Udenê kontrol kirine, her wiha Riyadê jî bang li her du aliyên şer kir ku agirbestê pêk bînin û civîneke lezgîn li dar bixin.

Berpirsê hêzên kembera ewlehiyê ya Meclisa Demkî ji AFP`ê re wiha got: "Bê şer me Qesra Meaşîq kontrol kir."

Her wiha şahidan jî tekez kir ku hêzên parastina serokatiyê Qesra Meaşîq bê şer kontrol kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku zêdetirî 200 leşkerên parastina serokatiyê ji qesrê hatine derxistin.

Her wiha çavkaniyekî berpirs di Koalîsyona Erebî ya Yemenê de, îro ragihand ku hêzên Meclisa Demkî ya Başûr dest bi vekişandina ji hin cihan kir ku berê li Udenê kontrol kiribûn.

Ji roja çarşemê ve şerekî giran li Udenê di navbera hêzên hikumeta Hadî û çekdarên ji hêzên kembera ewlehiyê de rû dida.

(jo)


Mijarên Din