Li Urdunê di civîna çaralî de banga çareserkirina aloziya Îsraîl û Filistînê

Wezîrên beşdarî civîna çaralî ya li Urdunê bûn, îşaret bi girîngiya çareseriya ragêşiya li Filistîn-Îsraîlê kir û peymana aştiyê ya di navbera Behreyn, Îmaret û Îsraîlê de bi erênî nirxand.

Îro li paytexta Urdunê Umanê têkildarî peymana aştiyê ya li Rojhilata Navîn bi beşdariya Misir, Fransa, Almanya û nûnera Yekitiya Ewropayê civînek li dar ket.

Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen Sefedî, wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şikrî û yê Fransayê Jean Yves Le Drian, wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas û nûnera Yekitiya Ewropayê Susanna Triestal beşdarî civînê bûn.

Civîna çaralî ya wezîran girîngî da nêrînên têkildarî rewşa aştiyê ya li Rojhilata Navîn û bandorên wê.

Jean Yves Le Drian got ji bilî bidawîkirina şerê Filistînê-Îsraîlê tu alternatîf tune ne. Her wiha Jean Yves Le Drian destnîşan kir ku sekinandina Îsraîlê ji tevlêkirina xaka Filistînê re divê biryara dawîn be.

Heiko Maas j îşaret bi peymana aştiyê ya di navbera Behreyn, Îsraîl û Îmaratê de kir û got: "Em dikarin peymana aştiyê ya têkildarî çareseriya aloziya Filistîn-Îsraîlê bi kar bînin."

Samih Şukrî jî da zanîn ku peymana aştiyê gaveke girîng e, divê mafên gelê Filistînê qezenc bike, dewleteke serbixwe ya Filistînê li ser sînorê giştî yê 1967`an û paytexta wê ya aliyê rojhilatê Qudsê ava bike. Şukrî got divê diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê de careke din dest pê bikin û çareseriya aloziya Filistîn û Îsraîlê di avakirina dewleta Filistînê de ye.

Di dawiyê de Eymen El-Sefedî îşaret bi girîngiya çareseriya aloziya Filistîn û Îsraîlê kir û got: "Peymana aştiyê ji bo her kesî vebijêrkeke stratejîk e û her kes piştrast dike ku çareserî di vê peyamê de ye."

(eh)


Mijarên Din