Li Wadî Xalida Lubnanê di navbera artêşê û komeke çekdar de şer derket

Li bajaroka Ferz a Wadî Xalida Lubnanê, di navbera artêşa Lubnanê û hêzên ewlehiyê ji aliyekî ve û komeke çekdar de ji aliyekî din ve ku di malekê de mabûn, şerekî rûda.

Di şer de komên çekdar topên roketavêjî bi kar anîn ku dengê wê li tevahî Wadî Xalid hate bihîst û di encamê de birîndar bûn.

Dewriyeya hêzên ewlekariyê, ji çekdaran kesek girt, lê çekdaran bi wan re ketin şer, li ser vê artêşa Lubnanê jî mudaxele kir.


Mijarên Din