Li wîlayeta Ohio ya Amerîkayê êrîş: 10 mirî

Reutersê ragihand ku polîsên li bajarê Dayton ê wîlayata Ohio ya Amerîkayê ragihand ku bûyereke gulereşandinê pêk hat û tê de 10 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Rojnameya Dayton Daily News a herêmî diyar kir ku gulereşandin li hundir û nêzî herêma Oregon a bajarê Dayton pêk hat.

Polîsan beriya niha li ser Twitterê ragihand ku lêpirsîna têkildarî bûyera gulereşandinê ya li Oregon a bajarê Daytonê didome.

Polîsan daxwaz ji şêniyên kir ku dûrî herêma bûyerê bikevin. Her wiha rayedarekî polîsan ji CNN’ê re got ew der barê bûyera gulereşandinê de dixebitin û daxwaz şahidan kir ku agahiyan bidin û alîkariyê ji bo lêpirsînê bikin.

Ev bûyer piştî çend seatan ji bûyera gulereşandinê di hundirê yek ji şaxên bazarê li bajarê El Paso li wîlayata Teksas a Amerîkayê ku 20 kes hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn, pêk hat.

(jo)


Mijarên Din