Li Xakurkê, Avaşîn û Sêrtê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan yên li Xakûrkê, Avaşîn û Sêrtê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Her wiha nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku gerîlayên HPG û YJA-Starê hin çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin;

"Li Sêrtê li yekîneya veşartî hate xistin: 3 leşker mirin

Di 30’yê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê bi alîkariya yekîneyên veşartî kemîn danîye. Hêzên me demekê ev yekîne şopandine û di 3’ê Tîrmehê de saet di 03.45’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.

Li Xakurkê 2 leşker hatin kuştin

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li hemberî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine.

Di 7’ê Tîrmehê saet di 22.20’an de hêzên me li Girê Derwêş ê herêma Xakurkê ji du milan ve li leşkerên artêşa Tirk a dagirker dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Di 9’ê Tîrmehê de saet di 13.30’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Tûfan a li Avaşînê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, panelên rojê û kamerayên mobeseyê yên li gir jî hatine îmhakirin.

Di 10’ê Tîrmehê de saet di 07.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li Girê Şehîd Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristanê ketiye.

Operasyona artêşa Tirk a li geverê didome

Di 11’ê Tîrmehê saet di 02.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran qadên Şehîd Dîren, Şehîd Afat, Satê û Tepê Çeper ên Gevera Colemêrgê daye û piştre li vê qadê operasyon dane destpêkirin. Operasyona li qadê didome.

Ji ber bomberdûmana Îranê sivîlek mir

Di 10’ê Tîrmehê de saet di 12.00’an de artêşa Îran bi çekên giran qadên Berbizina, Goşinê û Ornê yên li herêma Bradostê ya li Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye. Di vê êrîşê de kesekî sivîl miriye û du kes jî birîndar bûne. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye.

2 gerîla şehîd bûn

Me di daxuyaniya xwe ya 10’ê Tîrmehê de ragihandin bû ku 2’yê Tîrmehê di şerê navbera hevrêyên me û dijmin a navbera zozanên Tokdag û Ovacik ên girêdayî Dotyol a Hatayê de hevrêyekî me şehîd bûbû, Nasnameya Hevrêyê me yê bi lehenegî li dijî yekîneya dijmin şer kir û şehîd bû Çiyazan (Davût Acar) bi raya giştî re parve dikin.

Nasnav: Çiyazan Kaşûrî

Nav û Paşnav: Davût Acar

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayikê û Bav : Ayşe – Veysî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Hatay 2’yê Tîrmeha 2019

Hevrêyê me Çiyazan Kaşûrî di sala 1994’an li Colemêrgê hatiye dinê. Hevrê Çiyazan ê di çarçoveyek welataparê û nava malbateke berdêl di têkoşîna azadiyê de dayî mezin bûye, li dijî polîtîkayê şerê taybet ê dewleta TC’ê û operasyonê zext û êşkneceyê bi zanabûn sala 2010’ê tevlî refên gerîla bûye. Ji roya hevrê Çiyazana tevlî bûye tevî jiyana xwe ya heta Amanostan di nava tevgerê de bûye xwedî ket û cesaretekî mezin. Hevrê Çiyazana ê şervanê heqîqetê bi zanabûna îdeolojiya Rêbertiyê xwe pêşxistiye û di nava hevrêyên xwe de bûye mînak û çavkaniya moralê. Hevrê Çiyazan 2’yê Tîrmehê di şerê li dijî artêşa TC’ê ya li Amanosan li dijî faşîzmê destanekî lehengiyê nivîsî û tevlî karwanê şehîdan bûye.

Di daxuyaniya me ya 1’ê Tîrmehê dayî de, me ragihandibû ku di encama êrîşa hewayî ya li devera gundê Şelê ya girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ya didema operasyonê de 2 hevrêyên me şehîd bûbûn. Em niha nasnameya hevrêyê xwe Çekdar (Îbrahîm Aşûna) ê ji aliyê me ve hatiye zelalkirin bi raya giştî re parve dikin.

Nasnav: Çekdar Marnos

Nav û Paşnav: Îbrahîm Aşuna

Cihê Jidayikbûnê: Haleb

Navê Dayikê- Bav: Nedîme - Muhammed

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed- 24’ê Hezîrana 2019

Hevrêyê me Çekdar Marnos di sla 1994’an de li Helebê hatiye dinê. Bûye yek ji şahidê herî nêz ê polîtîkayên qirkirina çandî ya li çar parçeyên Kurdistan û cihên cuda. Hevrê Çekdar ê di nava civakeke ku nasnameya wan tê înkarkirin, mafê jiyan û azadiyê ya ji destê wan hatî girtin de mezin bûye, li dijî sîstemê bûye xwedî hêrsekî mezin. Hevrê Çekdar ê di xebatên ciwanan de cih girt û bi xeyalê Welateke Azad gav avêt ji aliyê rejîmê ve tê girtin, nêzî 2 salan di zindanên rejîma faşîst de hate girtin. Hevrê Çekdar bi gotina ‘Xiyanetê li xeyalê xwe nakim’ sala 2012’an tevlî refên gerîla bû. Hevrê Çekdar di partîbûnê de li ser xeta Rêbertiyê bûye şervanekî leheng. Hevrê Çekdar ê bû xwedî hişmendiyeke mîlîtanê Kurdistanê di encama êrîşa hewayî ya 24’ê Hezîranê de şehîd bûye.

Di serî de me sersaxiyê ji malbata hevrêyên xwe Çiyazan û Çekdar û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soza hesreta hevrêyên xwe yên şehîd di têkoşîna azadiyê de bigihînin serketin.”


Mijarên Din