Li Xakurkê herî kêm 10 leşker hatin kuştin

Di 18 û 19'ê Tîrmehê de li Xakurkê di navbera gerîlayên HPG û YJA-Starê û artêşa Tirk a dagirker de şer derket û herî kêm 10 leşker hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa ANF`ê re diyar kir ku di 18 û 19'ê Tîrmehê de dema ku artêşa Tirk a dagirker hewl dida leşkeran deyne ser girê Helîkopter ê li Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê, gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyek pêk anî û şer derket. Her wiha hate zanîn ku li girê Şehîd Bêrîtan jî şer derket.

Li gorî agahiyan, di şer de herî kêm 10 leşker hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê û şer de hîn tu daxuyanî nedane.


Mijarên Din