Li Xaneqînê DAIŞ`ê 2 sivîl revand

Li navçeya Xaneqînê çeteyên DAIŞ`ê 2 sivîl revandin û ti agahî der barê wan de tine ne.

Li gorî nûçeya Rojnews, li bajaroka Gulalê ya ser bi Xaneqîn a Diyale ve şevê din çeteyên DAIŞ`ê 2 welatiyên ji herêma Şêx Baba ku karê cotkariyê dikirin, revandin.

Rêveberê Asayîşa bajaroka Kokis Simko Elî  der barê bûyerê de ev agahî dan Rojnews'ê,"Ew her du kes heta derengiya şevê di nava zeviyên xwe de dixebitîn. Paşê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin.  Ne cara yekemîne ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan direvîne û piştre ji bo berdana wan pereyên zêde dixwaza."

Ev demeke dirêje ku herêma Şêx Baba ji çeteyên DAIŞ`ê re bûye cihê rêxistinkirin û veşartinê.


Mijarên Din