Li Xaneqînê êrîşa DAIŞ`ê

Çeteyên DAIŞ’ê li Xaneqînê êrîşî welatî û artêşa Iraqê kir. Di encama êrîşê de 2 welatî û 2 leşker birîndar bûn.

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Xaneqînê berdewam dike. Çeteyan duh bi şev li herêma Şêx Bawe a ser bi bajarokê Gulale yê navçeya Xaneqînê ya bi ser Diyaleyê ve, êrîşî leşkerên artêşa Iraqê û welatiyan kir.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, li ser rêya sereke ya di navbera navçeya Kelar û Gulale de mayinek ku berê hatibû çandin, bi erebeyekê ve teqiya, lê tiştek bi kesî nehat. Li ser vê yekê welatî û leşkerên artêşa Iraqê berê xwe da cihê bûyerê.

Piştî ku welatî û leşker gihîştin cihê bûyerê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî wan kir. Di encama êrîşê de 2 welatî û 2 leşkerên artêşa Iraqê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya giştî ya Kelarê.


Mijarên Din