Li Xaneqînê êrîşa DAIŞ'ê

Li navçeya Xaneqînê ya Diyale li dijî nuqteyek leşkerên Iraqê êrîş pêk hat. Di şerê rû dayî de leşker Iraqê hate kuştin û yek birîndar bû.

Li gundê Şêrik ê rojavayê navçeya Xaneqînê ya Diyale şevê din çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyek leşkerên Iraqê kir.

Li gorî agahiyên welatiyên gundê Şêrik dane Rojnewsê, şerê di navbera çete û artêşa Iraqê de nêzî nîv seatê berdewam kir.

Hate ragihandin ku di şer de leşkerek Iraqê hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyê li gund artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî ji bo êrîşek din a çeteyên DAIŞ'ê xwe amade kirine. 


Mijarên Din