Li Xezayê 2 kesan ji ber gaza jehrî jiyana xwe ji dest da

Polîsekî Filistînê û hemwelateyekî di nava tunêla bazirganî ya kevn de ya di navbera sînorê Xeza û Misrê de ji ber bombeya gazê ya jehrî ku artêşa Misrê avêtibû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha artêşa Îsraîlê li El-Difa El-Xerbiyê 22 filistînî binçav kirin.

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya Xezayê ragihand ku serbazek ji polîsên Filistînê û hemwelatiyek ji ber gaza jehrî jiyana xwe ji dest daye û 9 kesên din jî jehrî bûne.

Vê sibehê Tîmên Hawarê piştî kedeke çend saetan dom kiriye, karî cenazeyên serbazê polîsan û yê hemwelatî ji hundirê tunelê derxin. 9 kesên jehrî bûne jî piştî ku rakirin nexweşxaneyê, rewşa wan baş bû.

Berdevkê Wezareta Hundirîn û Ewlehiyê Îyad El-Bezem têkildarî mijarê wiha got: "Serbaz Ebdulhemîd Eta Elah El-Eker (29) di dema li ser erka xwe ya çavdêriya tunelê bû, di encama bikaranîna gaza jehrî de jiyana xwe ji dest da. Lê welatiyê bi navê Sibhî Seqir Ebû Qerşîn (28) di dema arîkariya bi hawarkirinê de bi sedema pir kişandina gaza jehrê jiyana xwe ji dest da."

Artêşa Îsraîlê 22 filistînî binçav kirin

Her wiha artêşa Îsraîlê serê sibehê 22 filistînî li El-Difa El-Xerbiyê bi tawana di nava çalakiyên ewlehî ya li dijî Îsraîlê de dixebtin, binçav kirin.

Çavkaniyên Filistînê ragihand ku di dema pêngava ewlehiyê ya vê berbangê de li herêmên cuda li El-Difa El-Xerbiyê artêşa Îsraîlê daye destpêkirin, artêşê pere û milkên girtiyan desteser kirin û malên wan jî hilweşandin.

(fr/bm)


Mijarên Din