Li Xezayê 37 Filistînî birîndar bûn

Di çarçoveya çalakiyên "Meşa mezin a vegerê û şikandina dorpêçê" ku her roja Înê li ser sînorê Xezayê li dar dikeve de 37 Filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Li gorî lîsteya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê 37 welatiyên Filistînê ku beşdarî çalakiyên "Meşa mezin a vegerê" ya li rojhilatê Xezayê bibûn di pevçûnên bi leşkerên artêşa Îsraîlê de birîndar bûn.

Ji kesên birîndar bûne, 5 xebatkarên tenduristiyê û 4 rojnamevan hebûn.

Desteya Bilind a meşên vegerê û rakirina dorpêçê çalakiya îro bi navê "Roja Îsîr" bi rêxistin kiribû. Meş piştî du rojan ji "Roja Îsîr a Filistînê" pêk hat ku her sal 17‘ê Nîsanê tê lidarxistin.

Nûçegihanê me diyar kir ku artêşa Îsraîlê danê nîvor bi obusan du bargehên leşkerî yên Filistînê li Xezayê topbaran kirin bêyî ku ziyanên mirovî çêbibin.

Topbaran ji aliyê Îsraîlê ve, piştî yekîneyeke leşkerî ya Îsraîlê ji aliyê Xezayê ve hate gulebarankirin, pêk hat. Di gulebaranê de ziyanên mirovî çênebûn.

ANHA


Mijarên Din