Li Xezayê 55 filistînî birîndar bûn

Di çalakiyên meşên mezin ên vegerê û rakirina dorpêçê yên li ser sînorê Xezayê de 55 filistînî bi guleyên Îsraîlê ve birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê wergirtine, "Di meşê îro de 55  kes birîndar bûn, ji wan 33 bi guleyên raste rast birîndar bûn. Di nav de rewşa zarokekî xeter e."

Nûçegihanê me diyar kir ku bi hezaran filistînî beşdarî meşê bibûn, artêşa Îsraîlê gule û gaz li wan reşandin da ku ji sînor dûr bikevin.

Desteya Niştimanî ya Bilind a Meşên Vegerê û Rakirina Dorpêçê di daxuyaniyekê de got: "Beşdarbûna filistîniyan a ji meşê re delîlê girêdana gelê Filistînê bi doza xwe ya adil e û redikirina her cure tesfiyekirin e."

Medyayên ser bi Îsraîlê ve ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji bo rewşên awarte ku aliyê komên çekdar ên Xezayê ve were kirin hêza xwe amade kirye û betariyên parastina esmanî belav kirin. Duh endamekî Tabûrên El-Qesam- Beşê Leşkerî yê Tevgera Hemasê hatibû kuştin.

ANHA


Mijarên Din