Li Xezayê 55 filistînî birîndar bûn

Di çalakiyên meşên vegerê û rakirina dorpêçê de yên li ser sînorê Xezayê 55 filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê wergirtine "Ekîpên tenduristiyê bi 55 kesên ku bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bibûn mijul bû."

Nûçegihanê me diyar kir ku bi hezar filistînî beşdarî meşan bibûn û destnîşann kir ku "Pevçûn di navbera xwepêşandêran û artêşa Îsraîlê de derket, artêşa Îsraîlê gule û gazên îsotê li xwepêşdaran reşandin, ji aliyê xwe ve xwepêşandarên bombeyên şewatê û kevir avêtin leşkeran."

Desteya Niştimanî ya Bilind a meşên li Xezayê bi rêve dibe diyar kir ku dê çalakiyên li ser sînor bidomîne heta daxwazên wan bi cih werin.

Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê li dijî moşekên ku îhtîmala careke din ji Xezayê werin avêtin, tedbîr zêde kir û pergalên parasatina asmanî belav kir.

ANHA


Mijarên Din