Li Xezayê 56 filistînî birîndar bûn

Di çalakiyên welatiyên Filistînê yên li ser sînorê Xezayê de 56 filistînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin birîndarkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me yê ji Xezayê ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê girtin; 56 filistînî ku beşdarî meşên li ser sînor bibûn, birîndar bûn.

Çalakiya îro ya Meşa Mezin a Vegerê û Rakirina Dorpêçê bi nav "Penaberên Filistînê yên li Lubanên" bi armanca piştevaniya bi penaberên Filistînê yên di kampên Lubnanê de û şermezarkirina nêzîkatiyên hikûmeta nû ya Lubnanê ku nahêlin bixebitin hate organîzekirin.

Li aliyekî din Koordînatorê "Desteya Meşa Mezin a Vegerê û Rakirina Dorpêçê" fermandarê Tevgera Cîhad Îslamî Xelid El-Betiş got: "Îsraîl ji pêkanîna lihevkirinên agirbestê bi komên Filistînê yên li Xezayê re direve, dixwaze tedbîrên rakirina dorpêçê ya ku komên filistînê û Îsraîlê bi sponseriya Misir, Qeter û navdewletî re li hev kirine veguherîne kaxezeke siyasî ku lihevkirinan veguherîne tazîmatên siyasî."

Xalid El-Betiş ew meşên vegerên bidomînin heta Îsraîl neçar bikin ku daxwazên gelê Filistînê pêk bînine.

ANHA


Mijarên Din