Li Xezayê 7 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê 7 nexweşên din ên bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, ragihandin. Bi vê yekê hejmara nexweşan li Xezayê bû 9. Hejmara nexweşan li Difa El-Xerbiye jî bû 84.

Nûçegihanê ANHA’yê ji Xezayê ragihand ku Wezareta Tenduristiyê li Xezayê duh 7 nexweşên din ên bi Koronavîrusê ketine, ragihandin. Wezaretê da zanîn ku têkiliya nexweşên nû li gel nexweşên di karantînayê de hebû.

Berdevkê wezaretê Eşref El-Qudra diyar kir ku 7 nexweşên nû ku bi vîrusê ketine, endamên ewlehiyê ne û di heman navenda karantînayê de bûn ku du nexweşên Koronavîrusê tê de ne.

Her wiha berdevkê hikûmeta Filistînê li Difa El-Xerbiye Îbrahîm Milhim anî ziman ku îro di saetên sibê de hejmara kesên bi vîrusê ketine, zêde bû û bû 84 nexweş û di nav de du zarok in.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê li Xezayê di destpêka hefteyê de diyar kiribû ku 2 kesên ku ji Pakistanê vedigeriyan, bi vîrusê ketine.

(bx)

ANHA


Mijarên Din