Li Xezayê 79 filistînî ji aliyê Îsraîlê ve hatin birîndarkirin

Di çarçoveya çalakiyên meşên mezin ên vegerê de 79 filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di nav de xebatkarên tenduristiyê 79 filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Çalakiya îro ya meşên vegerê bi navê  "Xak ji firotinê re ye" hatibû organîzekirin.

Desteya Bilind a Meşên Vegerê û Rakirina Dorpêçê duh bi daxuyaniyekî diyar kir ku meşên wan ên li Xezayê heta hemû armancên wan pêk werin.

Welatiyên Filistînê ji 30‘yê Adara 2018‘an li ser sînorê rojhilatê Xezayê her roja Înê çalakiyan li dar dixin. Welatî banga rakirina dorpêça li ser Xezayê û vegera kesên di sala 1948‘an de ji warê xwe hatin derxistin dikin.

Di encamên mudaxleyên hêzên Îsraîlê de ya ji çalakiyan 318 filistînî jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê 12 kesan li gel Îsarîlê ne, her wiha 31 hezar kes birîndar bûn, jê 500 rewşên wan giran e.

ANHA


Mijarên Din