Li Xezayê ji bo zarokan dewreyên mûzîkê hatin vekirin

Li Xezayê kampên mûzîkê ji bo zarokan hatin vekirin. Zarok behreyên xwe pêşdixin û bi hêviyek mezin fêrî amûrên mûzîkê dibin.

Cara yekemîn di Peymangeha Idward Seîd a Wetenî ya muzîkê ya li bajarê Xezayê dewreyên havînê yên mûzîkê ji zarokan re hatin vekirin. Peymangeh ji dewreyan armanc dike zarokan ji rewşa bi aloz a siyasî û civakî ya dûr bixe.

Yek ji zarokên ku beşdarî dewreyê bûyî jî zarokê bi navê Yunis Ebû Seîd (14) e. Seîd got, li rexma rewşa şer a Xezayê zarok ji jiyanê hezdikin.

Kamp an jî dewreyên havîn derfetek ji zarokan re peyda kir da ku behreyên xwe yên hunerî di muzîkê de keşf bikin. Her wiha derfeta fêrbûna amûrên mûzîkê ji zarokan re pêşkêş dike.

Zarokê bi navê Mihemed Ebû Loz (13) jî got, “Ez ji muzîkê hez dikim û ez li gîtarê didim. Ev ji bo min derfeteke ji bo ku li gîtarê bidim. Ez niha kelecan im da ku berdewam bikim û xwe pêş bixim."

Ji bilî Peymangeha Idward Seîd gelek navendên çandî ji zarokên Xezayê re dewreyên havînê yên muzîkê vekirin da ku wan teşwîqî lêdana amûrên muzîkê bikin.

Ji ber ku ev cara yekemîn e  zarok li ser huneran perwerde dibînin. Girêdayî wê mamosteya kemance û piyanoyê Êlêna Ridwan got: "Li cem zarokan ejerjiyek mezin heye da ku muzîkê fêr bibin. Ev jî ji bo me teşwîqeke da ku wan fêr bikin. Ruxmî wê jî mixabin tu waneyên muzîkê di dibistanên Xezayê de tune ne. Lê zarokên xwedîhuner (jêhatî) hene. Di demek kin de hewesên xwe di muzîkê de keşf kirin."

Êlêna wiha domand: "Reftariya zarokan di nav navendê de piştî ku qadek ji bo ku enejiya xwe vala bikin dîtin, gelek baştir bûye. Ji ber hezkirina zarokan ji fêrbûna muzîkê re, di demek kurt de kêmtirî mehekê fêr bûn. Ev jî serkeftinek mezin e."

Ev çalakiyên ku navendên çandî û hunerî cara yekemîne ku ji zarokên Xezayê re peyda kirine, mîna wê  di nav dibistanên giştî, taybet ên Filistînê de, dibistanên girêdayî Ajansa Xews û xebitandina penaberên filistînî (UNREAPR)  ya taybet ji bo filistiniyên ku di sala 1948`an de ji warên xwe hatine derxistin, tune ne. Ev cara Yekemîn e ku zarok fêrî van huneran dibin. Zarokan ji nûçegihanê me re diyar kirin ku ew  hêvî dikin ku dibistan vê derfetê ji wan re peyda bikin. Da ku zarokên din yên beşdarî dewreyên havînê nebûne vê derfetê bi dest bixin û dê behreyên wan derkevin.

Zaroka bi navê Loilua Hisên (13) got: "Kampê hişt ez ji muzîkê hez bikim. Ez ji amûra ûdê hez dikim. Ez hêvî dikim xwe pêş bixim. Ji bo min ev derfeta herî xweşik e.  Hêvî dikim zarokên din karbin di vê tecrubeyê re derbas bibin."

Loilue wiha domand: "Ez dê ji bavê xwe re bêjim ji min re ûdê bikire. Ez ê hemû xercên xwe berhev bikim da ku ûdê bikirim. Ji ber ku dema ez li ûdê didim gelek şad dibim."

Mudirê Peymangeha Idward Seîd Ismaîl Dawûd got: "Zarokên di navbera 6 heya 14 saliyê de beşdarî dewreyan dibin. Em ji wan re derfetekê peyda dikin da ku fêrî lêdana gelek amûrên mîna ûd, gîtar, nay, piyano û hwd bibin."

Dawûd ji ajansa me re got, “Sê bernameyên kampê hene; bernameya kampa sibehê ya muzîkê tevî hunerên govendê, wêne, sînêma û şano. Ya din Enemêl; lêdan, naskirina amûrên muzîkê û lêdana di nav tîmekê de. Bernameya sêyemîn Netetîf, ev bername girêdayî zarokên ku hîna behreyên xwe yên hunerî nas nekirine û tê de behreyên wan dê keşf bikin.”

Di dawiyê de Dawûd diyar kir ku armaca wan ji van dewreyan belavkirina çanda muzîkê di her maleke filistînî de ye.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din