Li Xezayê kesek hate kuştin  

Di encama topbarana artêşa Îsraîlê li ser Xezayê de ciwanekî filistînî jiyana xwe ji dest da û hejmarek jî birîndar bûn. Her wiha di encama topbarana komên Filistînê ji baregehên leşkerî û bajarên Îsraîlê re, hejmarek ji welatiyên Îsraîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku piştî armanckirina balafirên şer ên Îsraîlê, ciwanekî Filistînê jiyana xwe ji dest da û hejmarek jî birîndar bûn.

Nûçegihê me ku agahiyên xwe dispêre çapemeniya Îsraîlê, diyar kir ku di encama avêtina komên Filistînê ji moşekan li ser bajar û baregehên leşkerî yên Îsraîlê re, hejmarek ji hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

Di vê derbarê de berpirsyarên şaredariyên Îsraîlê, piştî gurkirina asta şer di navbera Xeza û Îsraîlê de, biryara vekirina hemû stargehên li hundirê bajarên Îsraîlê ku nêzî Xezayê ne, ragihand. 

Têkildarî mijarê çapemeniya Îsraîlê destnîşan kir ku stargehên Îsraîlê yên parastî, ji bo welatiyên Îsraîlê yên li hemû bajarên nêzî Xezayê ne, hatine vekirin, her wiha berav û seyrangeh li pêşiya liva welatiyên Îsraîlê, ji ber rewşa ewlekariya bi Xezayê re hate girtin.

Di heman demê de serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu da ku rewşa ewlehiya li Xezayê lêkolîn bike, ber bi navenda Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ve ku li Til Evîvê ye çû, li ser vî esasî dê li Til Evîvê bi serokerkan Cîhaz Şabak, serokê Meclisa Ewlehiya Neteweyî û serokên saziyên ewlehiyê re bikeve nava dan û standinan.

(eh)


Mijarên Din