Li Xezayê krîza tenduristiyê

Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezayê ragihand gel ji ber krîza kêmbûna derman û pêdiviyên bijîşkî, azaran dikişîne.

Kopyeyek ji daxuyaniya wezaretê gihişt ber destê nûçegihanê me. Wezaretê diyar kir ku krîza demanan a ku nexweşxane û navendên tendirustiyên dikişînin dijwartirîn krîza salên çembera ku Îsraîlê li ser Xezayê ji 12 salan ve ferz kiriye, ye.

Kêmbûna dermanan bû sedema mehrûmbûna ji sedî 50 şêniyên Xezayê û ji nav jî nexweşiyên xeter hene.

Wezareta Tendirustiyê bang li tevahî aliyên navdewletî û herêmî kir ku bergiriyên lezgîn û aktîf der barê dabînkirina pêdiviya dermanan ji nexweşiyên xwînê, gurçik û hin cureyên dîtir weke dermanên hêrsê, derûnî, nexweşiyên giran, ducanî û nexweşiyên zarokan û hwd de, pêk bînin.

(fr)


Mijarên Din