Li Xezayê “Îna Colana Sûriyê”

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku filistînî xwe amade dikin ku beşdarî “Îna Colana Sûriyê" bibin. Ev bû îna 57’an ku çalakiyên Vegera Mezin ji 30’ê Adara borî de li ser sînorê rojhilatê Xezayê didomin.

Desteya Bilind a Niştîmanî ya Çalakiyên Vegerê û Şikandina Ambargoyê bang li şêniyan kir ku bi rêya konan beşdarî çalakiya “Îna Colana Sûriyê” bibin. Her wiha tekez kir dê çalakî heta pêkanîna hemû armancan, di serî de şikandina çembera li ser Xezayê û hilweşandina Peymana Serdemê, bidome.

Desteya Niştîmanî ya Çalakiyên Vegerê û Şikandina Ambargoyê tekeziya berdewama çalakiyan kir ku divê şênî beşdar bibin da ku parçekirin bi dawî bibe û yekitiya niştîmanî pêk bê.

Li gorî ajansa Îranê desteyê bang li şêniyên kir ku berê xwe bidin konên vegerê yên li rojhilatê Xezayê û tekez kir dê çalakî aştiyane be, heta pêkanîna armancên ku ji bo wê dest pê kirine.

(fr)


Mijarên Din