Li Xezayê rewş aloztir dibe

Komên filistînî li Xezayê bi 50 moşekan, bajar û baregehên leşkerî yên li Îsraîlê kirin hedefa xwe, artêşa Îsraîlê jî bersiv da û êrîşî herêmên li Xezayê kir. Di encamê de 3 filistînî birîndar bûn.

Nûçegihanê ajansa me ANHA’yê ji Xezayê ragihand ku komên çekdar ên Filistînê bi rêya bi dehan moşekan bajar û baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên li nêzî Xezayê kirin hedefa xwe. Artêşa Îsraîlê jî bersiv da û 4 filistinî hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku 3 filistînî di êrîşa Îsraîlê de birîndar bûn, lê hejmara birîndarên hêzên Îsraîlê nehat zanîn.

Heta niha jî êrîşên komên Filistînê li ser bajar û baregehên leşkerî yên nêz didome, her wiha artêşa Îsraîlê jî bersivê dide.

(jo)

 


Mijarên Din